PeyamaKurd – Dengbêjê naskirî Seyidxanê Boyaxcî ku demek e dirêj bû, bi nexweşiyê re têdikoşîya îro li Diyarbekirê koça dawî kir.
Dengbêj Seyidxanê Boyaxcî, beriya demekê ji ber bêxwedîtiyê gazinên xwe kiribûn û ew vîdyoya wî li ser medya civakî jî hatibû belavkirin.
Dengbêj Seyidxanê Boyaxcî, nasnavê xwe yê boyaxcî ji ber 25 salan karê boyaxkirina pêlavan kiriye standiye û bi dengê xwe wekî ‘Bilbilê Amedê’ jî tê nasîn.
Seyidxanê Boyaxcî sala 1933yan hatiye dinê û di 87 saliya xwe de koça dawî kir ku di temenê xwe de, gelek kilamên dengbêjiyê bi deng û şîroveya xwe nemir kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin