Hunermend Sener Kökkaya koça dawiyê kir

Hunermend Sener Kökkaya koça dawiyê kir

PeyamaKurd – Hunermendê şano, sînama û rêzefîlman Kökkaya, li bajarê Adana di 82 saliya xwe de wefat kir. Wezareta çand û geştiyariyê ya Tirkiyê, di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyama sersaxiyê belav kir ji Kökkaya re rehmetê û ji bo malbat û dostên wî sersaxiyê xwest.

Kökkaya, ji bilî şanoyê di fîlmên "Kaçak", "Kutsal Damacana 2: İtmen", "Organize İşler" û "Vizontele" de leyîst.

Wê cenazê Şener Kökkaya, roja Yekşemê li Ankara seet di 17.00an de li Goristana Karşıyaka bispêrin axê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin