PeyamaKurd - Hunermendê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Emîr Suhêlî di rûdaneke trafič de jiyana xwe ji dest da.
Hunmendê ciwan Suhêlî Serokê Komeleya Karton û Karîkatoran ya Kurdistanê bû û sala 1983yan li bajarê Sinê ji dayik bûbû.
Suhêlî di qezaya trafîkê ya şeva borî (23 Mijdar 2018) de ku li ser rêya Sine û Kamyaran rû da bi giranî birîndar bû û can da.
Emîr Suhêliyê ku kîmya xwendibû, ji sala 2009an ve bi kar û barên hunerî re mijulî dikir û di festîvalên navdewletî de gelek xelat wergirtibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin