PeyamaKurd – Di pêşbirka televizyona dewletê ya Tirkiyeyê TRT de, keça ji Geverê ya bi navê Songul Kalaç, bi dengê xwe yê xweş derket fînalê.
Kalaç di pêşbirka ‘Tu Stranên Xwe Bêje’ ya di TRT1 de tê weşandin, strana kurdîya zazakî ‘Elqajiyê’ got û guhdarên jûriyê û temaşevan pê mest bûn.
Piştî belavbûn û dengvedana vîdyoya Songul Kalaç li ser medya civakî jî dengê wê pir hat hezrkirin û eleqeyeke mezin jê re hate nîşandin.
Wê Songul Kalaç 12ê Îlonê di fînala super a pêşbirkê de jî strana kurmancî ‘Dar Hejîrokê’ bistre.
Muhteşem sesiyle büyük finale adını yazdırmayı başaran Songül Kalaç'ın performansı sizlerle. #SenTürküleriniSöyle Süper Final 12 Eylül Salı 20.00’de @trt1 ekranlarında. #trt1 pic.twitter.com/nsKgzmqmFp
— Sen Türkülerini Söyle Trt (@turkulersoyle) September 6, 2023
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin