PeyamaKurd - Hat ragihandin ku perestgeha Laleşê tê nûjen kirin û xebat li ser avakirina mûzexaneyeke çanda kevnar li Xana Êzî ku pir kevnare tê kirin.
Birêvebirê nûjenkirina perestgeha Laleşê Endazyar Xalid Nermo ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, “Xana êzî, yek ji wan cihên dîrokî yên pîroz ên perestgeha Laleşê ye. Hewl dê bê dayîn ligel nûjenkirina perestgehê Xana Êzî jî bê nûjenkirin û piştî nûjenkirinê jî wê bibe mûzexaneya çandî ya kevnar.’’
Xalid Nermo got: “Kar kirin li perestgeha Laleşê û nûjenkirina wê berdewame û Xana Êzî jî dê bê nûjenkirin û dê bibe mûzexaneya çandî ya kevnar. Niha ew proje di destê rêxistinan de ye, bi taybet jî Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî hemû hewldanan dide, ku Xana Êzî bê parastin.”
Xalid Nermo da zanîn ku karkirina nûjenkirina perestgeha Laleşê berdewame û niha kar li ser nûjenkirina gelek cihên din ên pîroz ên êzdiyan li perestgeha Laleşê tê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin