Hêzên Rûs-Tirk îro dest bi dewriyeyên M4ê dikin

Hêzên Rûs-Tirk îro dest bi dewriyeyên M4ê dikin

PeyamaKurd – Piştî lihevkirina li ser agirbesta Idlibê û danûstandinên Rûsya-Tirkiyê li ser rewşê, dewriyeyên hevbeş ên hêzên Rûs-Tirk îro 15ê Adarê di çarçoveya rêkeftina hatiye kirin de li ser rêya M4 dest pê dikin.

Li gorî rêkeftina Putin-Erdogan, 15ê Adara 2020an yekem dewriyeya hevbeş li ser rêya navdewletî di navbera Heleb û Laziqiyê de tê gerandin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar derbarê mijarê de ragihand ku piştî 4 rojan ji danûstandinan di navbera pisporên leşkerî yên Rûsî û Tirkiyê de, herdu alî gihîştine rêkeftinê û roja yekşemê, yekem dewriyeya hevbeş destpê bike.

Akar got, dê navendên hemahengiya hevbeş di navber Rûsya û Tirkiyê de li navçeyê bên avakirin da ku serpereştiya cîbicîkirina rêkeftinê bikin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî ragihand ku danûstanên şanda wan ligel Tirkiyê ku dema 2 rojan li Enqerê birêve çûne gelek baş bûne û destnîşan kir, li gorî wan gotûbêjan dikarin karê baş bikin ji bo cîbicîkirina biryarên rêkeftina Idlibê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin