Mihrîcana Zarokan a Sûrê li Amedê tê lidarxistin

Mihrîcana Zarokan a Sûrê li Amedê tê lidarxistin

PeyamaKurd - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê sibê Înê 7ê Hezîranê Mihrîcana Zarokan Sûrê destpê dike.

Festîval ji aliyê Komeleya Destpêkê Zarok ve hatiye organîzkirin û Şaredariya Sûrê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê tevî gelek komele û saziyên hunerî, medyayî û perwerdehiyê yên taybet bi zarokan piştevaniyê li lidarxistina vê festîvalê dikin.

Çalakiyên yekem roja festîvalê, roja Înê 7ê Hezîranê saet 17:00an destpê dike.

Zarokên ku temenê wan di navbera 3 heya 18 salî de ye, dikarin beşdariyê çalakiyan bikin ku dê li Parka Burcên Ez û Tû (BenûSen) were lidarxistin.

Festîval dê 5 rojan dom dike û roja Sêşemê 11ê Hezîranê dê dawî bi festîvalê were.

Di çarçoveya Festîvalê de wê çendîn çalakiyên hunerî û pêşbirkên cur bi cur bêne sazkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin