"Rûsya li dij herêmeke Kurdî li Sûriyê ye"

"Rûsya li dij herêmeke Kurdî li Sûriyê ye"

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ku ew rê nadin Amerîkayê li rojhilatê çemê Firatê dewletekê yan herêmeke otonom (xweser) ava bike.
 
Sergey Lavrov di civîneke rojnamevanî de ragihand, ku der barê daxuyaniyên opozisyona Sûriyê didin de nikarin tiştekî bibêjin, ji ber ku daxuyaniyên wan ji bo biryara Encûmena Ewlekariyê ku tê de hatiyê gotin, divê yekîtiya axa Sûriyê were parastin nabin bersiv.
 
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê amaje bi herêmên Kurdî û Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, ku “metirisya herî mezin bo parçebûna Sûriyê ji hêla rojhilatê çemê Firatê tê”, ku ew herêm di jêr kontrola hêzên Kurdî û hevpeymanên wan de ne.
 
Sergey Lavrov rexne li siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyê û piştgiriya wî welatî li hêzên Kurdî girt û diyar kir, ku Amerîka hewl dide li rojhilatê çemê Firatê dewletekê ava bike û tekez kir, "em dê rasterast ji Amerêkiyê re jî bibêjin û di Encûmena Elekariyê de jî li ser wê mijarê em dê kar bikin da ku wan karan bidin rawastandin.”
 
Lavrov behsa rewşa parêzgeha Îdlibê jî kir û da zanîn: “Dê heta nîvê meha Cotmehê rêxistina Cebhe El Nusra ji parêzgeha Îdlibê derbikeve. Herwiha heta 15ê meha Cotmehê dê hemû çekên giran ji wê parêzgehê werine derxistin. Ev rêkeftin, ji bo jinavbirina terorîstan hatiyê kirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin