PeyamaKurd - Encama rapirsîna Saziya Prospect a pêşbirka ramyarê salê hat ragihandin.
Profesorê Bîrkariyê yê xwedî xelata Fields Koçer Bîrkarê ji Rojhilatê Kurdistanê, di rapirsîna navbera 50 kesayetên cîhanê de bû yekem û wekî ramyarê salê hat hilbijartin.
Saziya Prospect îro 03.09.2019ê encamên pêşbirka navbera 50 kesayetên navdar ên cîhanê bo bidestxistina nasnava ramyariya cîhanê ya sala 2019an ragihand.
Saziya Prospectê da xuyakirin ku bi dehan hezar kes beşdarî wê dengdanê bûne û di dawiyê de bîrkarê kurd Koçer Bîrkar wekî kesê yekem derketiye û nasnava ramyarê sala 2019an bi dest xistiye.
Saziya Prospectê wiha got: "Koçer Bîrkar kurdekî Îranê ye û yek ji wan çar parçeyên ku niştimanê gelekî bê dewlet e û ew gelê ku herdem bersiva daxwazên wê yên mafên netewî berdewam bi mistên hesin ve tên bersivandin e."

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin