PeyamaKurd - Li ser hovîtiya terorîstên DAIŞê û qetilkirina êzidiyan bi navê ‘Pêngava Komkujiya Êzidiyan’ pirtûk hat nivîsandin. Armanca nivîsandina pirtûkê vegotina rastiya komkujiyê ye.

‘Pêngava komkujiya Êzidiyan’
Terorîstên DAIŞê 5 sal berê li Şengalê êrîşî ezidiyan kirin û komkujiyek pêk anîn. Ji aliyê Parêzer Bekîr Heme Sedîq û Hakîm Qasim Wesman bi navê ‘Pêngava komkujiya Êzidiyan’ pirtûkek hat nivîsandin. Pirtûk bi zimanê erebî hatiye nivîsandin û ji bo rastiya komkujiyê belgeyeke girîng e.
Di 3ê Tebaxa sala 2014an de çeteyên DAIŞê êrîş birin ser navçeya Şengalê, di êrîşê de çekdaran komkujiyeke mezin li ser xelkê Şengalê pêk anî. Bi hezaran jin, zarok û kal dîl ketin destê endamên DAIŞê.
Têkildarî naveroka vê pirtûka ku li ser komkujiya êzidiyan hatiye nivîsîn, yek ji amadekarên pirtûkê Bekir Heme Sedîq wiha axivî. Heme Sedîq got: “Pirtûk bi zimanê erebî hatiye nivîsandin û ji 477 rûpelan pêktê. Min li gel nûnerê êzidiyan Hakim Qasim Wesman dest bi komkirina hinek zanyarî û belgeyan kir. Me li gel hinek kesên ku ji destê DAIŞê rizgarbûne û niha li Silêmaniyê dimînin hevpeyvîn pêk anî. Ev kesên ku me li gel hevpeyvîn pêk anî şahidê kiryar û hovitiya çeteyên DAIŞê ne. Wan kesan gotin ku sucek mezin li heberî wan hate kirin. Tişta ku van kesan gotî me qet destkarî lê nekiriye û gotinên wan kesan nivîsandine. Hinek ji van kesan tê de qala navê hinek kes û aliyên siyasî dikin, ev hemû wekî wan gotî me di pirtûkê de nivîsandiye.”
Têkildarî hewildanên komkirina belge û zanyariyan jî Hakim Qasim aşkera kir ku gelek hewildan ji bo komkirina belgeyan hene û wiha pê de çû: “Hinek kes hene di mijara êzidiyan de hewil didin ji bo berjewendiyên xwe rastiyan berovajî bikin û belgeyan veşêrin. Li aliyê din jî gelek kes hene di nava hewildanên komkirina belgeyan de ne ji bo rastiya vê komkujiyê were aşkerakirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin