Wesanxaneya tirk peyva 'Kurd û Kurdistan' ya nivîskarê navdar sansûr kir

Dîroka weşanê :
Wesanxaneya tirk peyva 'Kurd û Kurdistan' ya nivîskarê navdar sansûr kir

PeyamaKurd - Weşanxaneya Can a Tirkiyê ku yek ji mezintirîn weşanxane ye, di wergera pirtûka nivîskarê navdar Paulo Coelho de peyva “Kurdên li Kurdistan”ê sansûr kir û li şûna vê peyve “Kurdên li Rojhilata Navîn dijîn” bikar aniye.

Di çapa 39emîn a pirtûka “On Bir Dakika” (Yazdeh Xulek) a nivîskarê Brezîlî Paulo Coelho de ku ji Weşanxaneya Can derketiye de, weşanxaneyê pîvanên weşangeriyê binpê kir û peyva Kurdistanê sansûr kir.

Di çapa îngilîzî de peyva Kurdên li Kurdistanê hatiye bikaranîn, lê edîtorên Weşanxaneya Can ev peyv wek "Kurd li Rojhilatanavîn dijîn" werger kirine.

Paulo Coelho dema ku behsa Maria dike û dibêje: “Ew çûbû kafeya înternetê û keşf kiribû ku Kurd ji Kurdistanê hatine, dewleta ku nîne û niha di navbera Tirkiye û Iraqê de dabeşkirî ye.” Lê weşanxaneyê wergera vê beşê jî nexistiye nav pirtûkê.

Berpirsê weşanxaneyê Can Oz li ser twitterê sansûra Kurd û Kurdistanê wekî şaşîyeke edîtoryal nirxand û got, ne mafê weşanger e ku li gora serê xwe naveroka pirtûkê biguhere, nerazîbûna xwendevanan di cî de ye û ew dê roja Duşemê pirtûkê kom bikin û careke din li gora eslê wê çap bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin