PeyamaKurd- Li gorî daneyên ku ji aliyê AFADê ve hatin ragihandin, îro saet derdora 15:04an li navçeya Yeşîlyurtê ya Meletiya Bakurê Kurdistanê, erdhejeke domahîk a pilebilind çêbû.
Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat diyarkirin ku îro saet di 15:04an de li navçeya Yeşîlyurtê ya Meletiyê erdhejeke domahîk a bi pileya 4.7an çêbûye.
Li gorî agahiyên ku di malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Lezgîn (AFAD) de hatin parvekirin; erdheja navborî, bi kûrahiya 7 kîlometir a bin erdê pêk hatiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin