PeyamaKurd - Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tûsk ragihand ku, "14 welatên Yekîtiya Ewropayê biryara dersînorkirina dîplomatên Rûs da."
Piştî krîza kuştina sîxurê dualî di navbera Brîtanya û Rûsyayê de, piraniya welatên Yekîtiya Ewropayê û Ûkraynayê jî biryar dan ku dîplomatên Rûs dersînor bikin.
Piştî ku Almanyayê ragihand ew 4 dîplomatên Rûs dersînor dikin, Polonya û Fransayê jî diyar kirin ku 4, Çekyayê jî destnîşan kir ku 3 û Ûkraynayê jî ragihand ku 13 dîplomatên Rûs dersînor dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin