PeyamaKurd- Çend roj berê serokê Rûsyayê Valdimir putin seredana nexweşxaneya bi navê No Mitin ê kiribû. Nexweşxane yek ji nexweşxaneyên herî mezine lê tişta balkêş; 180 doktorên nexweşxanê bi koronavîrusê ketine. Serokê nexweşxanê yê ku pêşwaziya Putin kiribû bi xwe jî niha di beşa hûrlênêrînê de ye.
Li ser koronavîrusê temamê doktorên nexweşxanê testa xwe ya vîrusê kirin. Piştî ku 180 doktor nexweş derketin, temamê nexweşan şandin bo nexweşxaneyên din û li ser derê nexweşxanê nivîsandin: Heya 20 ê nîsanê girtiye.
Ji 180 doktorên ku vîrus ketiye bedena wan halê 53 heban girane. Li ser zêdebûna vîrusê berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov weha got:
“Halê bi koronavîrusê re zahmet e. Temamê nexweşxaneyên me di asta lezgîn de dixebitin. Bi îhtîmaleka mezin di nav çend hefteyan de, em ê bizanibin bê zîrweya nexweşînê nêze an na, an wê kengê nêz bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin