Bi fermana Serokwezîr Barzanî 3 navendên nexwesiyên jinan têne vekirin

Bi fermana Serokwezîr Barzanî 3 navendên nexwesiyên jinan têne vekirin

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî ragihand, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman daye ku navendên çareseriyê ji bo jinên xwedî nexweşiyên demdirêj li 3 parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê bêne vekirin.

Dr. Saman Berzincî ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin: “Li ser rizamendiya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê 3 navendên taybet ên çareseriya wan jinên nexwaşiyên wan ên demdirêj heye nîşan daye û di demeke nêzîk de ew navend dê bên vekirin.”

Wezîrê Tenduristiyê li ser girîngiya wan navendan got: “Girîngiya wan navendên civakî û derûnî ew e ku ewên ku nexweşiya wan a demdirêj heye têkelî wan kesan nayên kirin ku nexweşiyên wan ên demkî hene û ji bo ku ew nexweşên demdirêj di cihên asayî de çareseriyê wernegrin di cihê pêwîst de bên çareserkirin girîng e.”

Dr. Berzincî diyar kr: “Budçeyek hatiye cuda kirin ji bo wan jinên nexweşiya wan a demdirêj heye û wê li cihên hewandina jinan bimînin û bên çareserkirin û hejmarek lêkolînvanên derûnî û civakî berdewam dê rênimayiyan bidin wan heta ku çareseriyê werdigrin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin