PeyamaKurd – Komîta Ewlehiyê ya Bilind a Hilbijartinan diyar kir, li Iraqê, ji bo parastina ewlehiya proseya hilbijartinê, 250 hezar leşkerên Iraqî roja 10ê Cormehê dikevin amadehiyê.
Serokê Komîta Ewlehiyê ya Bilind a Hilbijartinan Ebdulemîr Şemerî da zanîn, hêzên ewlehî û leşkerî di roja dengdanê de dikevin rewşa amadehiyê, ji bo parastina ewlehiya hilbijartin û binkeyên dengdanê li seranserî Iraqê.
Herwiha eşkere kir jî, roja 10ê Cotmehê ku proseya dengdanê ye, 250 hezar leşker û hêzên ewehiyê li bajarên Iraqê dikevin rewşa amadehiyê û erkê wan ew e, 8273 navendên dengdanê li 18 parêzgehên Iraqê biparêzin.
Serokê Komîta Ewlehiyê ya Bilind a Hilbijartinan destnîşan kir, hêzên ewlehiyê wê roja 5ê vê mehê sindoqên dengdanê li ser navendên dengdanê belav bikin û wan biparêzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin