Biden: Em di pêsbazîyeke de ne, ne rasterast bi Çînê re; bi otokratan re

Biden: Em di pêsbazîyeke de ne, ne rasterast bi Çînê re; bi otokratan re

PeyamaKurd – Serokê Amerîka Joe Biden, di konferansek rojnamevanî ya li ser encamdana heft serokên Hilcivîna G7an ya li Brîtanya de daxuyaniyek da û di derbarê demokrasiyê de jî axivî.

Biden do Yekşemê di axafina xwe de got: "Em di pêşbazîyeke de ne, ne rasterast bi Çînê re; bi otokratan, hikûmetên otokrat yên li çar aliyê cîhanê re, gelo demokrasî dikare di sedsala 21an de ku bi lez diguhere, bi wan re pêşbazîyê bikin."

Biden bi taybetî li ser Çînê da zanîn: "Ez bawer dikim ku hûn ê bi Çînê re tenê pêwendiya eşkere ya rasterast bibînin."

Herwiha Biden destnîşan kir: "Wekî ku min bi xwe re ji Xi Jinping re got, ez li pevçûnê nagerim. Em di mijarên ku bikaribin hevkariyê bikin, em ê hevkariyê bikin; di cihên ku em ne di heman raman ê de bin, ez ê vê yekê bi eşkereyî bêjim û em ê bersîva kiryarên nakok bidin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin