Balafirgehên Kurdistanê vebûn

Balafirgehên Kurdistanê vebûn

PeyamaKurd – Wezîrê Navxweyî yê Iraqê Qasim Erecî û Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî ragihandin ku balafirgehên Kurdistanê li Hewlêr û Silêmaniyê ji bo seferên navneteweyî hatine vekirin.

Qasim Erecî û Kerîm Şingalî, îro li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê civîneke rojnamevaniyê li dar xistin û bi hev re diyar kirin ku seferên ji herdu balafirgehan ji bo rêwiyan vekirî ne.

Herdu berpirsan jî destnîşan kir ku li gor bernameya Wezareta Guhastinê ya Iraqê dê îro firrîn dest pê bikin.

Di civînê de Kerîm Şingalî nirxandina xwe wiha kir:

“Vekirina balafirgehan ji bo çareserkirina problemên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de pêngaveke baş e. Baweriya me wisa ye ku divê hemû kêşe bi rêya guftûgoyê û li ser esasê destûrê werin çareserkirin.”Qasim Erecî jî got mudirên balafirgehan naguherin û dê li ser karê xwe berdewam bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin