Erdogan: Hêzên me dikarin ji bo parastina balafirxaneya Kabûlê bimînin

Erdogan: Hêzên me dikarin ji bo parastina balafirxaneya Kabûlê bimînin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê diyar kir, eger mercên pêwîst bên dabînkirin, hêzên wan dikarin ji bo parastina balafirxaneya Kabûlê li Afganistanê bimînin.

Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan, bi Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson re li ser telefonê pêwendî danî destnîşan kir, li Tirkiyeyê niha pênc milyon koçber û penaber hene û Tirkiye nikare zêdetir barê koçberan hilgire.

Erdogan eşkere kir, ew niha hewl didin welatiyên xwe ji Afganistanê derxin û da zanîn, eger mercên pêwîst bên dabînkirin, hêzên wan dikarin berpirsiyariya parastina balafirxaneya Kabûlê bigrin ser xwe.

Ji aliyekî din, Wezîrê Bergiriya Tirkiyeyê ji medyaya Tirkiyê re axivî û da zanîn, niha ew ligel hêzên NATO û hin hêzên ên herêmî, balafirxaneya Kabûlê diparêzin û ji bo firînan vekirî dihêlin.

Akar diyar kir, heta gelê Afganistanê bixwaze, ew ê li wir bimînin, lê dema leşkerên wan rastî gef û metirsiyê werin, ew dikarin di heyama 24 saetan de jê vekişin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin