6 mamoste û 10 xwendekar hatin tazîkirin û revandin

6 mamoste û 10 xwendekar hatin tazîkirin û revandin

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku li welatê Afrîkayê Kamerûnê komeke çekdar li herêma Kumbo di nav du rojên dawî de êrîşê 4 dibistanan kirine.

Li gorî ragihandina Berdevkê Hikûmeta Kamerûnê Rene Emmanuel Sadî, roja Çarşemê li dibistaneke Kumbo, êrîşkaran 6 mamoste û 10 xwendekar revandin.

Hatiye diyarkirin ku di encama çalakiyeke malbatên xwendekaran de, xwendekar hatine berdan, lê mamoste hîn di destê koma çekdar de ne.

Mamamosteyekî ku di dema êrîşê de li herêmê bû gotiye, êrîşkaran ji mamoste û xwendekaran xwestine xwe tazî bikin û wêneyên wan kişandine û piştre jî ji wan xwestine refên dibistanê bişewitînin.

Herwiha 24ê Cotmehê jî 4 êrîşkaran li paytexta herêma bakurê rojavayê Kamerûn Bamendayê êrîş biribûn ser dibistanekê û 7 xwendekar kuştibûn.

Li welatê Kamerûnê gelek caran milîsên çekdar êrîşî xelkê dikin û wan direvînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin