Talîban: Wê di hikûmetê de wezîrên jin tune bin!

Talîban: Wê di hikûmetê de wezîrên jin tune bin!

PeyamaKurd – Berdevkê Talîbanê Ebas Stanizkaî eşkere kir ku wê di nav wezîrên kabîneya hikûmeta Afganistanê de jin cih negirin.

Stanikzaî ji BBCyê re daye xuyakirin, wê jin di rêveberiya nû ya Afganistanê de cih bigirin, lê wê di nav hikûmetê de wekî wezîr cih negirin.

Berdevkê Talîbanê herwiha daye zanîn ku wê jinên ku berê di hikûmeta Afganistan ya bi piştevaniya Amerîkayê de cih girtine jî di rêveberiya nû de cî negirin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha hatibû ragihandin ku dibe roj Înê Talîban hikûmeta nû ya Afganistanê ragihîne, lê heta niha ew agahî ji aliyê Talîbanê ve nehatiye piştrastkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin