PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu ragihand ku di asta îstîxbaratê de xebatên her dû dewletan dimeşin û li ser dagera koçberên Sûriyê weha got:
“Eger rejîm ji dil be, em amade ne li ser dagera koçberan bihevre bixebitin. Di şertên heyî de berjewendiyên milletê me çi bixwaze em wê dikin. Eger şert ji bo muzakereyan amade bin, em amade ne, eger nebin paşî. Dixwazim bêjim em di demên dawiyê de,em siyaseta xwe di vê çarçoveyê de dimeşînin.
Li Sûriye ev demekiye di asta îstîxbaratê de em bi rejîmê re hevdîtin dikin. Eger rejîm ji dil be, di mijara têkoşîna bi terorê re, pêvajoya siyasî û di mijara dagera koçberan de, em amade ne bi hevre bixebitin ji xwe bi eksa wê tevger nabe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin