PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 7 jinên terorîstên DAIŞê yên li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê diman, rêya revê dîtine û xwe li Hatayê radestî Tirkiyê kirine.
Li gorî ragihandina medya Tirkiyê, 7 jinên DAIŞî yên li Kampa Holê ya Hesekê diman, ji kampê reviyane û xwe gihandine sînorên Tirkiyê.
Hat diyarkirin ku her heft jin jî hemwelatiyên Tirkiyê ne û li Deriyê Cîlvegozu yê sînor ê li Reyhanliya Hatayê xwe radestî hêzên ewlekariya Tirkiyê kirine.
Hat ragihandin ku 7 jinên DAIŞî hatine binçavkirin û bo dadweriyê hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin