7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Parlamentera HDPê hat birîn

Dîroka weşanê :
7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Parlamentera HDPê hat birîn

PeyamaKurd - Parlamentera HDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim bi 7 sal û 6 meh cizayê girtîgehê hat sizadan. Yildirim ev zêdetirî salek û nîvê ye girtî bû.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Gulser Yildirim bi hinceta ‘êndamtiya rêxistinê' 7 sal û 6 meh cizayê girtîgehê hat sizadan.

Di dema darizandina parlamenter Yildirimê de parlamentera HDPê ya Amedê de Feleknas Uca, rêveberên partiyê, parêzer û herwiha nas û xizmên wê amade bûn. Yildirim parastina xwe bi rêya SESBISê bi kurdî kir.

Parlamentera HDPê Gulser Yildirim ji 4ê Mijadara 2016an ve girtî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin