PeyamaKurd - Serokê Sûriyê Beşar Esed bi Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Ri Yong-ho re li Şamê civiya.
Esad got ku armanca Amerîkayê ya şerê dijî Sûriyê guhertina nexşeya siyasî ya cîhanê ye û diyar kir, Amerîka li cîhanê dijayetiya dewletên serbixwe dike.
Beşar Esed welatên Rojavayî rexne kir û got: “Projeyên welatên rojava, rastî şikestinê hatine û bi rêya xweragiriya Sûriye û Korya Bakur, guhertin di qada navdewletî de çêdibe û hevsengî û terazûya hêzan tê parastin.”
Wezîrê Derveyê Koreya Bakur Ri Yong-ho jî di civînê diyar kir, dê karên hevbeş di navbera Biyong Yang û Şamê de berfirehtir bibe, daku bikaribin bi hev re li dijî plan û dijminatiya welatên rojava derkevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin