PeyamaKurd - Rêveberiya Tendirustiya Helebceyê bi daxuyaniyekê spasiya piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xizmetkirina Helebceyê kir û ragihand, “500 milyon Dînar gihîşt destê me”.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya niha ragihandibû ku 500 milyon Dînar ji Helebceyê re hatiye terxankirin daku ji bo rûbirûbûna koronayê di warê tenduristiyê de qere bikaranîn.
Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 500 milyon Dînar bi armanca hevkariya bilez a rûbirûbûna Koronayê, dabînkirina amûr û pêwîstiyên bijîşkî ji Helebceyê re hat dabînkirin.
Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Helebceyê îro bi daxuyaniyekê ragihand, 500 milyon Dînar ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo rûbirûbûna Koronayê gihîşt destê wan û dê ji bo berjewendiyên giştî yên welatiyan bê xerckirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin