Serok Barzanî li ser sewata Bexdayê peyameke serxwesîyê belav kir

Serok Barzanî li ser sewata Bexdayê peyameke serxwesîyê belav kir

PeyamaKurd -  Serok Mesûd Barzanî, îro 25ê Nîsanê bi sedema şewata nexweşxaneya Îbnî Xetîb a li Bexdayê ku bi dehan kesan can da û hejmareke zêde kes jî birîndar bûn, peyameke serxweşiyê belav kir.

Sero Barzanî di peyama xwe de got, “Bi bihîstina nûçeya rûdana diltezîn ya agirpêketina şeva derbasbûyî ya nexweşxaneya Îbnî Xetîb ya Bexda gelek dilgiran bûm ku bi mixabiniyê ve buye sedema giyan ji destdan û birîndarbûna hejmareke zêdeyê welatiyan.”

Serok Barzanî di berdewamê diyar kir, “Pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên qurbaniyên wê karesatê dikim û xwe bi hevbeşa xema wan dizanim û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin