Minîbusa karkerên demsalî yên Rihayî wergeriya: Kesekî can da

Minîbusa karkerên demsalî yên Rihayî wergeriya: Kesekî can da

PeyamaKurd – Minîbusa karkerên demsalî yên Rihayî, li ser rêya navçeya Eregil a parêzgeha Konya ya Tirkiyê wergeriya û di encamê de, kesekî can da û 14 kes jî birîndar bûn.

Bûyer di saetên serê sibehê de li ser rêya navçeya Eregil-Edenê û di 35 kîlometriya derketina ji Eregilê de çêbû û minîbusa ku karkerên demsalî tê de bûn, ji rê derket û wergeriya.

Li gor agahiyan, bûyer di encama teqîna lastîka tekera minîbusê de çêbûye û di encama bûyerê de, şofêrê minîbusê û 14 kesên din birîndar bûn û kesekî jî can da.

Piştî ku tîmên tendirustiyê û hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê, kesên birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Ergilê ya Dewletê û li nexweşxaneyê birîndarek ku rewşa wî dijwar bû, can da.

Li gor zanyariyan, karkerên di minbusê de ji parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve bo karkirina di zeviyên çandiniyê de çûbûne navçeya Eregil a Konyayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin