PeyamaKurd- Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) Îsraîlê gundekî li rojhilatê Girên Golanê bi moşekan tıpbaran kir; di êrişê de kuştî û birîndar hene.
SANAyê ragihand ku Îsraîlê li baregeke leşkerî ya li gundê Kuneytrayê ku girêdayî Tel eş Şarê ku dikeve başûrê wî welatî bi moşekan topbaran kiriye.
Li gorî SANAyê, di wê êrîşa Îsraîlê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bûn.
ÎSRAÎLÊ Û NETANYAHU DAXUYANÎ DAN
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya îro, “îro êrişî ji balafirşikênekê êrişî balafira me hat kirin ku di qada esmanî ya Îsraîlê de difirya. Li hemberî vê li bataryaya balafirêşikên hatiye xistin.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu di daxuyaniya xwe de got, “Îsraîl bi tu awayî li dijî êrişên xwe ranweste û bi hemû hêza xwe bersive dide êrişên wiha.””
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin