PeyamaKurd - Hikûmeta Afganistanê di çarçoveya danûstandinên aştiyê de, 400 girtiyên din ên rêxistina Talîbanê serbest berdan.
Hat ragihandin ku bi hezaran endamên Encûmena Mezin a Afganistanê, li hev kom bûne û biryara serbestberdana 400 girtiyên din ên Talîbanê pesend kirine.
Beriya serbest berdana girtiyên Talîbanê ji bo biryarê bidin, endamên encûmenê 3 rojan gotûbêj pêk anîn.
Ji bo derbaskirina astengiyên li pêşberî danûstandinên aştiyê, ji cejna Qurbanê heta niha hikumeta Afganistanê bi hezaran girtiyên Talîbanê serbest berdan.
Nûnerê danûstandinên aştiyê yê hikumeta Afganistanê Ebdullah Ebdullah ragihandiye ku ew ê di demên pêş de dest bi Talîbanê re bi danûstandinan bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin