Afxanistan bû gola xwînê: 25 kustî û 60 birîndar

Afxanistan bû gola xwînê: 25 kustî û 60 birîndar

PeyamaKurd – Li Afxanistanê li bajarê Pûl-î Alem a ku navenda Logarêye,  nêzî wexta fetarê, siet di 19.00 an de erebeyeka tije teqemenî li ber derê mêvanxaneya serokê eşîrekî hat teqandin. Ragihandina qewimandinê ji aliyê berdevkê wezîrê karên hundir Tariq Aryen de hat kirin.

Serokê Şûra bajarê Logarê Hasîbullah Stanikzey hema tiştên li jor hatin gotin dubare kir û got ku mêvanxana serokê eşîrê kirine armanca xwe. Stanikzey got ku dibe jimara miriyan zêdetir bibin. Bi bandora teqînê re avahî û erebeyên li ser û dorê xesarê dîtine.

Heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin