PeyamaKurd- Dibistana leşkerî ya Piyade ya Tûzlayê ya Îstenbol a Tirkiyê, dibistaneka kevin û bo Tirkiyê zabitên leşkerî digihîne. Îşev derengê şevê, li dibistanê şewateka mezin derket û temamê tîmên îtfaiyê yên şaredariyên Îstenbolê mudaxele dikin da agir vemirînin. Şewata mezin di avahiya bingehîn ya tamîr û nûkirinê de derketiye.
Li ser agahiyan ji navçeyên Kadıköy, Kartal, Tuzla, Pendik, Sultanbeyli û navçeyên dinan tîmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Agir hêjî nehatiye vemirandin. Tê gotin ku agir bi tenekeyên dohn yê madenî ketiye û teneke heya niha diteqin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin