PeyamaKurd- Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl di derbarê pêşeroja Sûriyê de axivî û got ku ji bo me man û nemana Esed ne girîng e.
Aldar Xelîl wiha berdewam kir: Ji bo me ya girîng ew e ku Projeya Federalî were qebûlkirin. Ji xeynî vê, li ser îqtîdara Sûriyê kî dimîne, ne girîng e. Tenê em dixwazin ku li Sûriyê, taliyê rejîmeke demokratîk were avakirin. Em ji bo rejîma Sûriyê şer nakin. Em dixwazin ku Sûriye demokrat bibe û Kurd û Ereb û Aşûrî bikaribin bi hev re bi aşîtî bijîn.
Xelîl got ku heke Sûriye bû dewleteke demokrat, wî wextî em dikarin bibin beşek ji Sûriyê û bi her aliyî tevlîhev bibin.
Li ser têkiliyên bi Rûsyayê re jî Xelîl got ku êdî bi Rûsyayê re ti pêwendiyên me nemane. Me xwest ku em bi wan re gelek têkiliyên baş deynin. Lê belê piştî Efrînê ku bi Tirkiyê re bûne hevalbend, hemî têkiliyên me xira kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin