Alî Xamaneyî ji bo cihekî bi ewle hate veguhestin

Dîroka weşanê :
Alî Xamaneyî ji bo cihekî bi ewle hate veguhestin

PeyamaKurd - Piştî ku Îsraîlê ragihand ku Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah di hêrişa duh a artêşa wê de canê xwe ji dest daye, hate ragihandin ku ji bo li dijî egera hêrişeke Îsraîlê ya li dijî wî, Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaneyî ji bo herêmeke biewle hatiye veguhestin.

Dezgehên çapemeniyê yên navneteweyî ragihandin ku Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaneyî di bin bergiriyên zêde yên ewlehiyê de, ji bo herêmeke bi ewle ya nav Îranê hatiye veguhestin. 

Du rayedarên Îranî ji Reutersê re dîyar kirin ku piştî kuştina Hesen Nasrallah hate piştrastkirin, Alî Xamaneyî cihê xwe guhertiye û çûye devereke bi ewle.

Rayedaran aşkere kirin ku rayedarên leşkerî yên Îranê, li gel rayedarên leşkerî yên Hizbullah û hevpeymanên din yên li Rojhelata Navîn, ji bo rewşê binirxînin ketiye pêwendiyê û danûstandinên ji bo wergirtina hin biryaran yên di navbera wan de didomin. 

Şîrovekarên siyasî di nirxandinên xwe yên di derbarê geşedanên li Lubnan û Îranê de diyar dikin ku veguhestina cihekî bi ewle ya Xamaneyî nîşan dide ku Îran xwe ji bo aloztirbûna rewşa herêmê amadekariyan dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin