PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, hat diyarkirin ku serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dê di 5ê Cotmehê de bicivin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Ermenîstanê ve hat weşandin de hat diyarkirin ku dê Paşînyan û Aliyev li Îspanyayê bicivin.
Hat bibîrxistin ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û Serokê Yekîtiya Ewropayê Charles Mîchel jî dê beşdarî civînê bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin