PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Almanyayê hatin ragihandin, hikumeta Almanyayê radestkirina tanqên Leopard 1 ên ji stoqên pîşesaziyê, ji bo Ukraynayê erê kiriye.
Li gorî nûçeya rojnameya Almanî “Sueddeutsche Zeitung” ku xwe dispêre çavkaniyên hikûmetê, hikûmeta Almanyayê, radestkirina tanqên Leopard 1 a rasterast erê kiriye û tanqên Leopard ji bo Ukraynayê dê di her kêliyê de gengaz be.
Hat diyarkirin ku hilberînerên çekan a Alman Rheinmetall û Flensburger Fahrzeugbau Gesellschaft (FFG) ku li ser temîrkirin û nûjenkirina bi dehan tanqên Leopards 1 disekinin, da zanîn ku teknolojiya parastinê, di heman demê de kompaniyên Alman dê karibin tavilê ji Ukraynayê re peyda bikin.
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku hikûmeta Almanyayê ji bo kirîna 15 tanqên li dijî firokeyan Gepard û cebilxaneyên din ên ji Qeterê bo Kievê bên şandin, gotûbêjan dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin