Wezîrê karê derve yê Almanya Maas û wezîra bergiriyê Von der Leyen ragihandin ku pêdiviya dinyayê di asayîş û dîplomasiyê de bi Almanya heye û bi vê sedemê divê Berlîn ji niha û pê de bêhtir berpirsiyariyê bigre ser xwe.
Wezîrê karê derve yê Almanya Heiko Maas, di meclisa federal de axifî û got wê Almanya ji niha û pêde bêhtir berpirsiyariyê bigre ser xwe û weha dewam kir: “Yê ku giraniya xwe daneyne ortê nikare bandoreka siyasî jî qezenc bike.”
Li gor nûçeya Deutsche Welle wezîrê karê derve yê Almanya gotiye wê Almanya bo endamtiya demkî bo konseya ewlehiyê ya Neteweyên Hevgirtî bibe namzet. Wezîra karê bergiriyê Ursula von der Leyen jî axaftineka nêzî ya Maas kir û got welatekî weka Almanya mezin û di siyasetê de girîng divê berpirsiyariyê bigre ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin