Almanya: Em bi awayê herî tund êrîsa mosekî ya li ser Hewlêrê protesto dikin

Almanya: Em bi awayê herî tund êrîsa mosekî ya li ser Hewlêrê protesto dikin

PeyamaKurd Wezareta Karên Derve ya Almanyayê daxuyaniyek di derbarê êrîşa moşekî ya Îranê li ser Hewlêrê belav kir û diyar kir, ew bi awayê herî tund êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê protesto dikin.

Li gor Berdevkekê li ser navê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê têkildarî êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê da zanîn: “Em hevsozî û beşdariya xwe ji bo niştecihên Hewlêrê nîşan didin.”

Herwiha eşkere kir: “Wek hevbeşekî nêzîk ligel Iraqê û Herêma Kurdistan-Iraqê, piştgiriya berdewam a hewlên hevbeşên xwe dikin ji bo serweriya Iraqê, yekgirtîbûn û istîqrara di şerê dijî DAIŞê de.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin