PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê, li ser qeyranên ku cîhan tê re derbas dibe axivî û da zanîn ku Ewropa bi awayekî yekgirtî bertekên xwe nîşanî van qeyranan dide.
Olaf Scholz, piştî Lûtkeya Rêberên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li paytexta Belçîkayê ya Brukselê, civîneke çapemeniyê li dar xist. Scholz bal kişand ser biryarên ku di lûtkeyê de li hev hatin kirin û got,
"Ewropa, li hember qeyranên heyî yên li cîhanê, bi yekîtî û bi tundî bertek nîşan dide.”
Scholz diyar kir ku wan di destpêka civînê de ligel Seroka Parlamentoya Ewropayê Reborta Metsola jî li ser gendeliya bertîlgiriyê axivîne û da zanîn ku ev skandal, mijareke gelek giran e ku dikare baweriya bi demokrasî û parlamenteriyê bihejîne.
Olaf Scholz diyar kir ku şerê li Ukraynayê di Civîna Serokên Yekîtiya Ewropayê ( YE ) de mijara sereke ya hevdîtinê bûye û Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî li bi awayê online beşdarî civînê bûye û got,
“Peyama me ya ji bo Zelenskiy, neguheriye. Piştgiriya me ya ji bo yekparçeyiya axê û mijara berevaniya serweriyê ya ji bo Ukraynayê, bê kêmasî dewam dike.
Her wiha ji aliyê Serokwezîrê Almanyayê ve hat ragihandin ku piştgiriya hevpar a ji bo Ukraynayê berdewam e û ji bo ku dewleta Ukraynayê ji aliyê finansê ve bikeve bin ewlehiyê, alîkariya 18 milyar avroyî jî di nav vê piştgiriyê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin