Almanya: Kobanî sembola têkosîna qehremaniya Kurdan a li dijî DAISê ye

Almanya: Kobanî sembola têkosîna qehremaniya Kurdan a li dijî DAISê ye

PeyamaKurd - Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, di demeke ku Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê gef û êrîşên ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê zêde kirine de, peyameke piştgiriyê belav kir.

Annalena Baerbock di peyama xwe ya ji bo bajarê Kobaniyê de got: "Kobanî sembola têkoşîna qehremaniya Kurdan a li dijî DAIŞê ye. Piştî şerê 14 salan, tişta herî dawî ku divê mirov bike, rijandina xwînê ye."

Bearbockê Tirkiye ji parastina Sûriyeyê berpirsiyar dît û diyar kir: "Berpirsiyariya Tirkiyeyê jî parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û hêviya aştiyê ye."

Hêjayî gotinê ye, piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûnê paytexta Sûriyeyê Şam kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed anî, komên çekdarên opozîsyonê yên Tirkiye piştevaniya wan dike jî êrîşên ser deverên kontrola HSDê û Rojavayê Kurdistanê zêde kirine. Li gorî çavkaniyên herêmê, amadekariyên dagirkirina bajarê Kobaniyê jî têne kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin