PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ragihand ku beriya şerê Rusyayê yê li dijî Ukraynayê dest pê bike, wan bawerî daye Vladimir Putin ku dê di nav 30 salan de Ukrayna derbasî NATOyê nabe.
Serokwezîrê Almanyayê, bi rêya rojnameya Alman Die Weltê ragihand ku wan di dema lihevkirinan de soz dabû Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ku dê di nav 30 salên pêş de Ukrayna nekeve NATOyê.
Scholz bi berdewamî diyar kir ku ramanên Putin dûrî rastiyê ne û Putin wisa difikire ku divê Ukrayna û Rusya nebin du dewletên ji hev cuda. Olaf Scholz bal kişand ser hêza leşkerî ya navdewletî û got ku NATO tu car ji bo Rusyayê nebûye gef.
Ji aliyê Rusyayê ve hincet hat eşkerekirin
Ji aliyê din ve jî ji aliyê Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu ve 4 roj berê daxuyaniyek hatibû dayîn û hatibû ragihandin ku êrîşa Kremlînê ya li dijî Ukraynayê, ji ber gefên ewlehiyê yên ku nayên qebûlkirin, hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin