PeyamaKurd – Xwepêşandanên protestokirina rejîma Îranê ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Tehranê 16ê Îlona 2022yan dest pê kiribûn, bi awayekî seranserî li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ev nêzî du meh in bênavber berdewam dikin û heta niha bi sedan welatî bi guleyên hêzên rejîmê hatin kuştin û birîndarkirin.
Wezareta Derve ya Almanyayê jî di demeke ku xwepêşandan û protestoyên dijî rejîma Îranê dewam dikin û rastî destwerdana tund a hêzên Îranê tên, hişyarî da welatiyên Almanî yên li Îranê dimînin.
Wezareta Derve ya Almanyayê îro Pêncşemê bi daxuyaniyeke nivîskî daxwaz ji welatiyên Almanî kir, serdana Îranê nekin û yên li Îranê ne jî, terka wê bidin û derkevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin