Amerîka besdarî Lutkeya G20an a ku Rûsya tê de hebe nabe!

Amerîka besdarî Lutkeya G20an a ku Rûsya tê de hebe nabe!

PeyamaKurd – Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Janet Yellen, ragihand ku wê Amerîka beşdarî lutkeyên G20an ên Rûsya tê de hebe, nebe.

Janet Yellen di çarçoveya dorpêçên nû yên piştî êrîşa Rûsya ya ser Ukraynayê hatine destpêkirin de, ragihand ku wê Amerîka beşdarî civînên G20an ên Rûsya tê de hebe nebe û wan ev ji hempîşeyên xwe re eşkere gotiye.

Herwiha Yellen, diyar kir ku Serok Biden daxwaz kiriye Rûsya ji G20an (20 welatên xwedî aboriya pêşketî) were derxistin û bi temamî ji sîstema fînansa navdewletî were dûrxistin.

Lutkeya G20an a dema bê di meha Mijdarê de li welatê Endonezyayê tê lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin