PeyamaKurd- Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ew ê 100 milyon dolar alîkariya pêvek a xweparastinê bidin Ukraynayê.
Berdevkê Pentagonê John Kirby di daxuyaniyê de da zanîn ku ew ê moşekên Javelîn ên ku buhayê wan 100 milyon dolar in, ji budçeya Artêşa Amerîkayê were dayîn. Bi berdewamî hat gotin ku ji dema Biden hatiye ser rêveberiyê, alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê 2,4 milyar dolaran derbas kiriye; 1,7 milyar dolar ji vê budçeyê ji ber şerê Rûsyayê gihîştiye Ukraynayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin