PeyamaKurd – Di navbera Amerîka û Yûnanistanê de, ji bo firotina wesayîtên zirxî û alavên leşkerî peymaneke bi 268 milyon dolaran hat îmzekirin.
Li gorî peymanê wê Amerîka, bi nirxê 268 milyon dolaran 76 wesayîtên zirxî yên cûreya AAV-7A1 û alavên leşkerî bifiroşe Yûnanistanê.
Herwiha di çarçoveya peymanê de, wê Yûnanistan bikare gelek alavên din ên leşkerî yên tivingên otomatîk û bombeavêjan jî bistîne.
Hat ragihandin ku hikûmeta Amerîkayê ev biryar ji bo bihêzkirina ewlekariya hevpeymana NATO Yûnanistanê û îstiqrara Ewropayê daye û dê ev hevkarî di rojên pêş de were bipêşxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin