PeyamaKurd- Fermandarekî opozîsyona Sûriyê ragihand ku Amerîka li Başûrê Sûriyê bi leşkerên deryayî tetbîqatekê dike û bi vê tetbîqatê çavên Rûsya û Îranê ditirsîne.
Fermandarekî opozîsyona Sûriyê li ser tetbîqata Amerîkayê ya li Başûrê Sûriyê axivî û daxuyaniyên balkêş dan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Amerîka bi vê tetbîqatê çavên Rûsya û Îranê ditirsîne û ji wan re dibêje ez li vê herêmê mayînde me û li dijî tehdîdan em ê bersivê bidin.”
Fermandarê rêxistina Maghawîr El thawra Serheng Muhaned El Talaa ku ji aliyê Amerîkayê ve tê destekkirin, got ku tetbîqatê hefteya bûrî dest pê kiribû û heşt rojan dewam kir. Bi sedan leşkerên Amerîkayê û çekdarên muxalifan beşdarî vê tetbîqatê bûn. Di tetbîqatê de êrîşên bejî û hewayî bi çek û guleyên rastî hatin pêkanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin