PeyamaKurd – Cîgirê berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Vedant Patel ragihand ku peymana di navbera Herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqa Federal de bi rizamendî pêşwazî dikin. Di civîna çapemeniyê de Vedant Patel bersiva rojnamevanan da û got:
“Em, peymana navbera hukumeta Herêma kurdistanê û Iraqê ya ku dê petrola Herêma Kurdistanê di borûya xetta Iraq-Tirkiyê de îxrac bibe, bi rizamendî pêşwazî dikin. Payman, encame ku lîderên Iraqê berjewendiyên hemwelatiyên xwe di ser her tiştî de digrin, encama xebata wan ya ji dil e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin