PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê erê kir ku di êrîşa Hamasê ya ser Îsraîlê de 9 hemwelatiyên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Mathew Miller, li ser mijarê bi binvîskî daxwuyanî da û got:
“Ji bo kes, malbat û mirovên ku di êrîşê de canê xwe dane sersaxiyê dixwazim. Em rewşê ji nêz de dişopînin. Li gor tesbîtên me yên heya niha 9 hemwelatiyên me can dane. Em bi hevparên xwe yên Îsraîlê re nêz xebatê dikin.”
Di 7ê cotmehê de Hamasê bi 5 hezar roket û hawanan êrîşa bi navê ‘Tofana Aqsayê’ biribû ser Îsraîlê û li dora 800 Îsraîlî hatin kuştin û li dora 3 hezar Îsraîlî birîndar bûn. Niha şerê navbera Hamasê û Îsraîlê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin