PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) li ser daxuyaniyên Tirkiyê yên di derbarê Rojhilatê Firatê de, daxuyaniyek kir û bersiva Tirkiyê da.
Di derbarê mijarê de Berdevkê Pentagonê Sean Robertson axivî û got ku haya me ji daxuyaniyên Tirkiyê yên di derbarê Rojhilatê Firatê de heye. Ji bo ku hewayê nerm bikin em bi Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re diaxivin.
Robertson wiha dewam kir: “Divê her kes bala xwe bide ser tunekirina IŞÎDê. Dijminê me yê hevpar IŞÎD e û divê hemî hêzên li herêmê li dijî IŞÎDê şer bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin