PeyamaKurd – Rayedarên payebilind ên Amerîkayê diyar kirine ku amade ne alîkariya Serokê Ukraynayê bikin û wî ji Kîevê rizgar bikin.
Li gor Washington Postê daye zanîn, Amerîka nahelê Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky bikeve destê artêşa Rûsyayê, ku ber bi Kîevê pêş dikevin.
Amerîka herwiha destnîşan kiriye; Washington li ser pêngavên dahatî ligel Volodimir Zelensky axiviye, lê belê Serokê Ukraynayê daxwaz nekiriye biçe welatek û bajarekî din.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin